Li Îranê di mehekê de nêzî 340 kes hatin darvekirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Herana tespît kir ku di nava mehekê de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê nêzî 400 kes hatine darvekirin û 127 kes jî hatine binçavkirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Herana tespît kir ku di nava mehekê de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê nêzî 400 kes hatine darvekirin û 127 kes jî hatine binçavkirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Herana, raporek li ser binpêkirinên mafê mirovan ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di navbera 22’yê Mijdarê heta 22’yê Kanûna îsal de hatî pêkanîn, belav kir.
Herana ragihand ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di navbera 22’yê Mijdarê heta 22’yê Kanûna îsal de 338 kes hatine darvekirin û cezayê darvekirinê li ser 27 kesan de hatiye sepandin.
Di heman raporê de hate diyarkirin ku di heman demê de 127 kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine girtin, li gel vê bi giştî 975 meh cezayê girtîgehê, 159 qamçî û 448 milyon û 300 hezar tumen ceza ji bo 23 welatiyan hatiye dayîn.
Li gorî rapora Herana, 103 binpêkirinên mafê mirovan li girtîgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, 37 binpêkirin li beşa kêmneteweyên etnîkî, her wiha 14 binpêkirinên azadiya olî û 11 binpêkirinên perwerdehiyê li dijî xwendekaran, li gel 160 binpêkirinên mafên zarok û ciwanan hatine tomarkirin.
Rêxistina Herana di rapora xwe ya mehane de ragihand ku di heman demê de, 2 kolberên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin û 2 kolber birîndar bûne.
Herana da zanîn ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê fermana jêkirina beşek ji laşê çar girtiyan hatiye dayîn, ji ber nebûna ewlehiya cihê kar 47 karker mirine û 103 karker jî birîndar bûne.